Gulnaz u Kele-文本歌词

Gulnaz u Kele-文本歌词

Lorinen Jine Kurd
发行日期:

Gulnaz bedew bû mînanî royê, Gerdena tenik, tofila-toyê. Hingiv û şerbet-ew lêvê narî, Ji devê sosin, gezo dibarî. Çev biriyê zeriyê-belekiyê berfa, Ku xwe didane haf-berojê çiya. Ku caba şerê Weteniyê derket, Domamê xort kir temî û şîret: Gava ku derî te bigre dijmin, Yan dijmin bikuj, yan were kuştin. Mewîjeke reş-xala sûretê, Ew-gula şayê, horiya cinetê. Xort jî taliyan bû û xort jî bilind, Degme hebûna xortê usa rind. Simbêle reş bû, nazik û qeytan, Ser lêvê kaxet ew bibû kevan. Ku caba şerê Weteniyê derket, Domamê xort kir temî û şîret: Gava ku derî te bigre dijmin, Yan dijmin bikuj, yan were kuştin. Boy eniya kever, boy porê kurîşk, Keser û axîn qîza radihîşt. Gulnaz û Keleş eynî du gul bûn, Seva gundê xwe herdu vedibûn Ew lawkê keleş, qîza rext gulî, Hevdû hebandin bi hezar dilî... Ku caba şerê Weteniyê derket, Domamê xort kir temî û şîret: Gava ku derî te bigre dijmin, Yan dijmin bikuj, yan were kuştin.