Navê uyinê-文本歌词

Navê uyinê-文本歌词

Lorinen Jine Kurd
发行日期:

Şeveke xemrî dibişire wek bizmarekî li ser bajêr. Bayê azwer nameyên bê bersiv li ber deriyên bêxwedî diweşîne. Û ez piştî çûyîna te lanetê tînîm bi kafirkî.... Di bin darekî hişk de me û li çûyîna te difikirim. Niha tenetiya min û ya darê dişibin hev. Ne pelên min ê sor Tê bîra te Te digot porê xwe dirêj meke! Lê min porê xwe li ser çûyîna te kur dikir. Dayika min a sedsalî hawar dikir: Erê por kurê! Xwelî serê! Çi bûye ji te mane ne jî yê darê. Wek du zarokên ji dêkê. Em her du bi tenê ne û kokên me hêdî hêdî ber bi rizandinê ve diçin. Dirizim, dar jî dirize. Ez bi temenê xwe ve diqermiçim, dar bi xetên sor pel diweşîne. Ditirsim li awêneyan binêrim. Kokên darê jî ji xwe. Tê bîra te Te digot porê xwe dirêj meke! Lê min porê xwe li ser çûyîna te kur dikir. Dayika min a sedsalî hawar dikir: Erê por kurê! Xwelî serê! Çi bûye ji te