Hay meşkê meşkê meşkê Qenc çêbûye qet naşkê Hay meşkê meşkê meşkê Çêbûye ji darê hişkê Ji bo bibin zozanan Çêdikin ji postê heywanan Mast dikin di meşkê de Şilqe şilqa dev tê de Pey re çêdibe nivîşk Pevra dixwin bira û xwişk Hay meşkê meşkê meşkê Qenc çêbûye qet naşkê Hay meşkê meşkê meşkê Çêbûye ji darê hişkê Ya ji ber dimîne dew e Vexwe xweş pê rakeve Dû re dew dikelînin Şîr ji keşka dihilînin Dû re dew dikelînin Şîr ji keşka dihilînin Hay meşkê meşkê meşkê Tama devê me xweşkê Hay meşkê meşkê meşkê Tama devê me xweşkê Hay meşkê meşkê meşkê Tama devê me xweşkê