Sekinîme devê berê Metel mame wê nederê, Bere hêrs e bi gef û gur, Rabye dilê wê yî bi sur... Eyne lê biye hezar kerî, Pêle reş in, terî-terî, Devê wan da kevir, zinar, Rikêf kirine ser kenar... Ro ketiye nav kurk qapût Û naxwêne ezmanê sût... Mij û ewir wek ziyayê reş Li ser dilê bera nexweş Dişûlikin nêzîk-nêzîk Û ba wana dike gizik.