Reik-文本歌词

Reik-文本歌词

发行日期:

Ji dûr ve ez xuya dikim bê mirûz û reşik Ji nêz de tu nas bike tê ji min hez bik’ Birînên min qalik girtin hatin qeşartin Hin ji wan gelkî kûr in nayên veşartin Ez hatim ji dûr gur li dû bi zûr pişt bi xencer û şûr Min hilda jiyan da ser piyan min nefirot giyan Wer’ pêşwaziya min, geş bik’ jîna min Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî Wer’ tengala min, bib’ hevala min Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev Li dilekî safî digerim ku çend tişta bêjim Gotinên min hebkî tûj in lê ez rast dibêjim Ava çema yî dike xuşîn tu jê netirse Dûr be ji ciyê xalî û bêdeng tê zû bifetise Wer’ hinda min bibe rinda min pişk û para min Dest dirêj ke min himbêz ke tu şepala min Li dil bive mêvan mêvanek giran Zû zû ji min neçe mazûban bi qurban Wek cotek kevok em per bixin nav per Em hevdu bernadin ti car nabin fer Wer’ pêşwaziya min, geş bik’ jîna min Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî Wer’ tengala min, bib’ hevala min Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev