Dile rengîn pir xweşe, bi kêfe
Bi eş û li'nav şinaye
Daye bîna bihare, ket'ye dil
Bê wext hatî pal daye
Daye bîna bihare, ket'ye dil
Bê wext hatî pal daye
Deme tarî derbas bûn, ewr neman
Nizanim tu li kuyi, ku dereyi
Tu dûri li xeribiyeyi, û tu kî yî
Ro daketiye l'nav dilemin
Çavên min li te digerin, tu be deng mayi
Kulilk l'nav dil reng daye