Zerê-文本歌词

Zerê-文本歌词

Tara Mamedova
发行日期:

Zerê

 

Zerê digot kuro gede tu bihata li vira

Ez ê dora te bizivrim bibim roj hîv û çira

Bêjim dilo, bêjim lo lo xwezil min şerm nekira

Dest bavêta wan bişkokên pêsîra xwe vekira

Me êvarê heya sibê xewa şêrîn nekira

Bedewîya min delalê te yê wê gavê fehm kira

Me êvarê heya sibê xewa şêrîn nekira

Bedewîya min delalê te yê wê gavê fehm kira

 

Te bi tîlîyên xwe yên nazik biskên zerîn şekira

Lêvên min î mina kaxez wek qelemê reş kira

Dest bavêta kolanê mil di ser xwe da kaş kira

Ramûsanên te yê dijwar sîngê sedef nexş kira

Tîrê eşqê li te xista serxoş fir û feşkira

Min pir dixwest carek ji caran dilê melûl geş kira

Ev çend sale tu dinalî birînên te baş kira

Guhê te da min bistira wek dergûşê aş kira

Kuro gede xwezila mehûba eşqê har kira

Serê Zerê bi qurbano agirê dila sar kira

Serê Zerê bi qurbano agirê dila sar kira

 

 Kuro lawo Me çi ji xwe kir

Kuro gede Me xwelî li xwe kir

 Kuro lawo Me çi ji xwe kir

Kuro gede Me xwelî li xwe kir